• Friday, 29 November 2024
logo

Ad Melkert: Dibe ku di navbera Kurd û Ereban de rewş têk biçe

Gulan Media February 24, 2011 Nûçe
Ad Melkert: Dibe ku di navbera Kurd û Ereban de rewş têk biçe
Parlamenterên Kurd ên Kerkûkê dibêjin hinek aliyên Ereb dixwazin roja înê li dijî Kurdan rewşa Kerkûkê tevlîhev bikin. Parlamenterê Hevpeymaniya Kurdistanê Necmedîn Kerîm ragehand ku Civata Siyasî ya Erebî bi hevkariya Cepheya Turkmenî dixwazin roja înê xwepêşandanê bikin û berê wê jî bidin dezgahên ku Kurd rêveberiya wan dikin.

Kerîm wiha axifî: ‘’Civata Siyasî ya Erebî bi hebkariya Cepheya Turkmenî dixwazin roja 25.02.2001ê hevdem ligel xwepêşandana ‘’Roja Aciziyê’’ li bajarên İraqê, li Kerkûkê jî xwepêşandanê bikin, lê berê xwepêşandanê bidin wan dezgah û daîreyan ku Kurd rêveberiya wan dikin.’’

Endamê Parlamentoya İraqê Xalid Şiwanî jî got: ‘’Tişta ku şovenîst dixwazin bikin, berevajiya destûr û yasayan e û armanc jinavbirina îdareya Kurdî ye, em jî bi wêna razî nabin.’’

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li İraqê Ad Melkert jî roja sêşemê piştî civîna ligel berpirsên bilind ên Kongres û Îdareya Amerîka derbarê pirsgirêkên navbera Kurd û Ereb li ser Kerkûk û navçeyên din de hişyarî da û got: ‘’Dibe ku rewş di navbera herdû aliyan de biteqe.’’

Di daxwiyaniyekê de bo Reutersê Melkert da zanîn ku ligel berpirsên Bexda û Hewlêrê li ser danîna ajandeyekê kar dike bo lêkolînkirina jimareyek pirsgirêk ji wan jî dabeşkirina dahata petrola xav û pêşerojê Kerkûkê.’’ Melkert wiha dibêje: ‘’Ji ber pirsgirêk neketine ser rêya çareseriyê, dibe ku di her kêlî û seatekê de bibe sedema derketina nakokî û rêzbendiyê li dijî hevdû.’’
Top