Berpirsiyarê liqê 4'ê PDK hat guhartin
Berpirsê Ragihandina PDKê li parêzgeha Silêmaniyê Arî Hersîn, îro, ji AKnewsê re ragihand, “Serkirdayetiya PDKê biryar da Berpirsê Liqê 4 Hîwa Ehmed bo Hewlêrê bê veguhastin û di şûna wî de Endamê Polîtburoyê Ferîdûn Ciwanroyî diyar kir.”
Hersîn got, wergirtina Berpirsyariya Liqê 4ê PDKê ji hêla Ciwanroyî ve demkî ye heta ku kesekî din bê diyarkirin.
Biryare, îro, Serkirdayetiya PDKê civînek berfireh derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û bajarê Silêmaniyê li dar bixe û pirs guhartina Berpirsê Liqê 4 jî gotûbêj bike.
Roja pêncşema borî xwepêşandanek li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin û piştî ku hejmarek xwepêşander kevir avêtine avahiy Liqê 4ê PDKê li wî bajarî, teqe hat kirin û di encam de kesekî jiyana xwe ji dest da û bêtirî 57 kesî jî birîndar bûn û pey re 2 birîndarên din mirin. (AKnews)