Ferhad Pîrbal: "Ez ditirsim Herêma Kurdistanê perçe bibe"
Nivîskar û helbestvan Ferhad Pîrbal, îro li Hewlêrê li Hotela Çarçira, di civînek çapemeniyê de, bûyerên Silêmaniyê nirxand.
Pîrbal, duh li bajarê Silêmaniyê, dema xwestibû beşdarî xwepêşandanê bibe û axaftinek bike, rastî êrişê hatibû.
Dr. Ferhad Pîrbal, di civîna çapemeniyê de, behsa êrişa xwepêşandêran li dijî xwe kir û bi tundî li hember vê nerazîbûn nîşan da û got, “Ez ditirsim ev alozî û bûyerên Silêmaniyê, Herêma Kurdistanê perçe bike û parêzgeha Silêmaniyê bikeve destê Newşîrvan Mistefa.”
Her wiha, nivîskar Pîrbal, tirsa xwe ji vê anî ziman ku ev alozî bibin sedema wê ku hêzên derdor mudaxeleya karên Kurdistanê bikin û wiha domand:
“Ez ji vê jî ditirsim ku ev alozî, bibin sedema wê ku Malikî, Tirkiye û Îran mudaxeleya karên hundir ên Kurdistanê bikin. Ji ber wê jî, ez çûm Silêmaniyê bo ku daxwaziyên xwepêşandêran di nav 24 demjimêran de bigihêje destê rayedarên Kurdistanê.”
Pîrbal, got, “Min piştgirî da ji sedî 95ê daxwaziyên xwepêşandêran. Lê li wir, dema min xwest ez axaftinek bikim, yekê ji min re got, divê tu bêjî ‘Birûxe serokên Herêm û Hikûmetê. Min jî got, alternatîfa we çî ye. Lê wan bi keviran êrişî min kirin. Lê hinek kesan ez parastim.”
Helbestvan Pîrbal, diyar kir, şêwaza daxwaziyên xwepêşandêran, wek tolhildanê ye û heta rewşenbîr jî wisa difikirin û wiha axivî:
“Pêwîst e pirsgirêk bi şêwazên aştiyane pêk bên û di vir de rola rewşenbîran girîng e. Li gorî min, hinek xwepêşandêr, niyeta wan ne paqij e û dixwazin aloziyê derbixin. Ev jî, xizmeta Îranê dike.”
(AKnews)