• Friday, 29 November 2024
logo

Perlemana Kurdistanê biryarnameyeke 17 xalî derxist

Gulan Media February 24, 2011 Nûçe
Perlemana Kurdistanê biryarnameyeke 17 xalî derxist
Perlemana Kurdistanê di rûniştina duhî de, ku taybet bû bo gotûbêjkirin û lêkolînê derbarê xwepêşandanên Silêmaniyê de wek; teqekirin, kuştin û birîndarbûna xwepêşanderan, tevgera hêzên navxwe, şewitandina baregah û hinek dezgahên ragehandinê ligel daxwaziyên xwepêşanderan, ev biryarên jêr derxistin:

1- Şermezarkirina şîdetê û teqekirin li hevwelatiyan, êrîşa ser baregahên fermî û partiyan û zerardana malê giştî û taybet ji her aliyekî ve.

2- Vekişîna yekser a hemû hêzên ku ji ber bûyerên roja 17.02.2011ê ketine tevgerê ji hemû bajarên Herêma Kurdistanê bi giştî û bi taybetî bajarê Silêmaniyê û vegerin baregahên xwe.


3- Azadkirina wan hemû kesên ku ji ber beşdarbûna xwepêşandanan hatine girtin, yên tawan jî kirine radestî desthilata dadwerî û polîs bên kirin.

4- Hikûmet li gor yasayan, qerebûya maddî û manewî ya wan hemû kes, alî, dezgah û hêzan bike ku ji ber êrîş û şîdetê zerar gihaye wan.

5- Parastin û rêkxistina xwepêşanderan, tenê bi hêzên polîsên navxwe û polîsên çalakiyên sivîl bê sipardin, cihê (nav, bac, cihê kar) ê hêzên parastinê eşkere be û rê neyê dayîn hîç kesek bi maske û otomobîlên cam re çûn û hatinê bike.

6- Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji hemû milmilaneyeke siyasî ya navxwe dûr bin û erkê xwe yê niştimanî wek hêzeke niştimanî û parastina destkeftên xelkê Kurdistan3e cîbicîh bike.

7- Divê lijneya bilind a lêkolînê, ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye pêk anîn, endamekî Dadgeha Temyîz serokatiya wê bike, endamên wê kesên pispor û bêalî bin û di zûtirîn dem de encamên lêkolînê bi raya giştî re parveke.

8- Di danûstandina bi rewşê re, xemsarî ji aliyê dam û dezgahên polîs û asayişê ve hebû û piştî lêkolînê divê lêpirsîna yasayî ligel aliyê xemsar bê kirin, herwiha berpirsên dezgahên ewlekariyê yên ku xemsar bûne, li gor yasa ligel wan danûstandin bê kirin.

9- Nabe bê biryara dadgehê hîç xwepêşanderek ji ber ku tevî xwepêşandanê bûye bê girtin.

10- Biryara xistina tevgerê ya hêzên leşkerî ji bajarekî bo bajarekî din nabe bê cîbicîh kirin tenê dema metirsiyeke derve hebe bikevin tevgerê.

11- Yekser encamderên şewitandina televizyona Nalya (NRT), radyo û televizyona Tevgera Goran, danûstandineke yasayî ligel wan bê kirin û bên dadgeh kirin.

12- Bi mebesta reformeke bingehîn û giştî ji aliyê fraksyon û lijneyên nav parlamentove bi hevkariya civata wezîran û sûd wergirtin ji aliyên siyasî, saziyên civaka sivîl, mamostayên zanîngehê, pispor, xelkê bê alî û dilsoz ve bername-pakêtek bê amadekirin û ji bo gotûbêjkirin û cîbicîhkirinê di zûtirîn dem de bo parlamento bê pêşkêş kirin.

13- Pêwist e hikûmet yekser çend biryarên girîng û bilez derbixe, ku peywendî bi baştirkirina rewşa jiyana xelkê, anîna dadperweriya civakî, vebûneke zêdetir a siyasî û azadiyê ve heye.

14- Hemû aliyek hewl bide rewş aram bibe û rê nedin hizib û alî bi rêya ragehandinê êrîşî hev bikin.

15- Bi mebesta ronkirin û lêpirsînê li gor yasayan, bangkirina serokê hikûmetê, wezîrê navxwe û wezîrê pêşmerge bo parlamento.

16- Xweşkirina zemînê û piştgirîkirina encamdana diyalogeke niştimanî ya siyasî di navbera wan hizib û aliyên ku nûnerên wan li Parlamentoya Kurdistanê hene, da bi hev re bikaribin di warê guhertin û serrastkirina yasayên siyasî de kar bikin ku xwedî rehendên siyasî û niştimanî ne.

17- Bi mebesta peydeçûn û guhgirtina daxwaziyên xwepêşanderan, pêkanîna lijneyeke taybet ji nûnerên hemû fraksyonên nav Parlamentoya Kurdistanê.

Piştî xwendina beyannameya 17 xalî ya Perlemana Kurdistanê, ku hemû lîste û fraksyon li ser rêkeftibûn, ket dengdanê û bi gişt dengan hat pesendkirin. Serokê Parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî jî axaftinek kir û hêvî xwest rewş aram bibe û dawî li rûniştinê anî. (Rûdaw)
Top