Serokê Herêma Kurdistanê bi bavê Rêjwan re peyvî
Serokê herêma kurdistanê serexweşî li bavê Rêjwan û kes û karên wî kir û jê re got, ku kurrê wî kurrê wî jî ye û kurrê evî milletî ye û dê xwîna wî jî bi ti awayî li erdê nemîne.
Serokê herêma kurdistanê got, ku divê ewê ku Rêjwan kujtiye bi awayekî dadwerane bihê sizadan.
Serokê herêma kurdistanê bi telefonê ji bavê Rêjwan re got, ku wî guhdarîya gotinên bavê Rêjwan ên piştî kujtina Rêjwan kiriye û hêvî ji Xwedayê mezin kiriye, ku nimûneyên weha yên wek bavê Rêjwan di nav milletê kurd de pirr bin.
Serokê herêma kurdistanê da nîşandan, ku dê bi kar û pîkolên xemxurên evê ezmona herêma kurdistanê, sînorek ji ewan kesan re bihê danîn, ewên ku xwe xistin nav xwepêşaderan de û kar û kirdarên dirrindane û hovane kirin.
Bavê Rêjwan ê ku navê wî Hacî Elî ye, spasîya serokê herêma kurdistanê kir û jê re got, ku ew hêvîdar e xwîna kurrê wî bibe heyvanê aştîya nav milletê kurd, ji ber ku ev milletê han ewqas xwedî dijmin e, ewqas ne xwedî dost e.
Hacî Elî bavê Rêjwan spasîya Xwedayê mezin jî kir û got, ku niha kurd xwedî kiyanekî ye, ku ew bi xwîna şehîdan û xebata evî gelî û rondikên (hêsirên) dayikan pêk hatiye.
Hacî Elî bavê Rêjwan da xuyakirin, ku heger ev kiyanê han nema, ti kes nema dikare careka din wî dirist bike. Herweha, Hacî Elî daxwaz kir, ku nabe ti kes û alî navê kurrê wî yê şehîd ji bo doz û daxwazên taybetî bi kar bihînin. PNA