Li Silêmaniyê dîsan tundûtîjî, Baregehê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê hat talankirin.
Xwepêşandan Silêmaniyê dîsa ber bi tûndûtîjiyê ve çû, û paş ku xwepêşanderan dest bi fîşek avêtinê kirin û xwestin otombêlên agir vemirandinê bişewtînin û hêrişî leqa 4 a partî bikin, polîs û hêzên ewlehiyê neçar bûn fîşekan di ser xwepêşanderan re bavêjin.
Xwepêşanderên çekdar paşê hêriş Baregehê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê kirin û talankirin.
Xwepêşanderek ku xwendekarê zanîngehê ye, bi dubanc ji aliyê polîsan ve hat girtin.
Ta amadekirina vê nûçeyê hejmara qurbaniyan diyar nebûye lê dengoyê birîndar bûna 12 brîndaran heye.
Ev xwepêşandan ji aliyê giropeka nenas bi navê “xwepêşandana Xorsk” hatiye rêxistin, ku şeva çûyî daxuyaniyek bi çendîn diroşim bi ser dezgehên ragehandinê belavkirbûn û îro bi sedan kes li pêş deriyê sera bo kolana Mewlewî birêve çûn.