• Friday, 29 November 2024
logo

Îsraîlê balyozxana xwe ya li Tirkiyê girt

Gulan Media February 18, 2011 Nûçe
Îsraîlê balyozxana xwe ya li Tirkiyê girt
Ji ber gefên kuştinê yên ku di salvegera mirina rêberê Hîzbûlahê de hatine, di balyozxaneyên Îsraîlê yên li seranserê cîhanê de alarma sor hatiye dayîn.

Yek ji rêberên Hîzbûlahê Îmad Mughnî di sibata sala 2008ê de ji ber teqîna bombeyeke vedayî ku li jêr otomobîla wî hatibbû danîn, canê xwe ji dest dabû. Paşî Hîzbûlahê îdia kiribû Mughniyad bi destê Îsraîlê hatiye kuştin.

Sêşema borî Wezareta Derve ya Îsraîlê ragihand ku ji ber salvegera mirina Mughnî, gelek mesajên gefxwarinê ji nûneriyên wan yên dinyayê re hatine şandin.

Li gor nûçeya rojnameya Haraetzê, li ser gefan, Balyozxaneya Îsraîlê ya Enqereyê û Konsolxaneya Îsraîlê ya Stenbolê bi awayekî demî hatin girtin.

Her weha di balyozxaneyên Îsraîlê yên li seranserê cîhan de alarma sor hatiye dayîn.

Bûroya Têkoşîna li dijî Terorê ya Îsraîlê jî, derbarê xeteriya serdana bo welatên wek Misir, Tirkiye, Azerbeycan, Gurcistan, Ermenistan, Morîtanya û Venezûelayê, hişyarî da welatiyên xwe.


(AKnews)
Top