• Friday, 29 November 2024
logo

Dagîrkirina baregayê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brîtaniya dûre ji rastiyê

Gulan Media February 18, 2011 Nûçe
Dagîrkirina baregayê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brîtaniya dûre ji rastiyê
Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brîtaniya di ragehandinekê de redkir ku ew xwepêşandana hêmin a li ber derê nivîsîngeha H.H.Kurdistanê birê ve diçe çi dagîr kirin jê peyda bibe.

Di ragehandinê de hatiye jî ku hinek ji rojnamevanan îro ew nûçeye belavkirine ku nivîsîngeha H.H.Kurdistanê li Brîtaniya ji aliyê çend xwepêşanderan ve hatiye dagîr kirin, ev nûçeye dûre ji rastiyê û çi kes nehatiye nav nivîsîngehê.

Nûneratiya H.H.K ji hemû aliyekî daxwaz kir ku berî belavkirina çi nûçeyekê, li rastî û çavkaniya wê nûçeyê vekolin.
Top