• Friday, 29 November 2024
logo

Serok Barzanî, daxuyannameyek di bareya xwepêşandana îro bajêrê Silêmanîyê de belav kir

Gulan Media February 17, 2011 Nûçe
Serok Barzanî, daxuyannameyek di bareya xwepêşandana îro bajêrê Silêmanîyê de belav kir
Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Weha xuyaye, ku îro pênşemê 17/02/2011ê baregeha liqa çarema PDK li bajêrê Silêmanîyê ket ber êrîşê de û di encam de, kuştî û birîndar jê çê bûn.

Bê goman, ew a ku ron û aşkira ye, ku dijminên gelê kurdistanê bi berdewamî fitnekarîyê dikin. Belê xelkên kurdistanê hişyar in û bi agah in û ew dê hemû plan û nexşeyên çepelên nehezan pûç bikin û dê ji bo parastina ezmon û destkeftên herêma kurdistanê, di rûyê hemû gef û xerabîyan de rawestin.

Em daxwazê ji hemû alîyan dikin, ku bi hêminî dan û standinê bi bûyeran re bikin û aramîya herêma kurdistanê biparêzin û ez daxwazê ji hikûmeta herêmê jî dikim, ku ew bi zûtirîn dem komîteyeka lêkolînan pêk bîne, da ku li duv vê bûyerê biçe û tawankaran û ew ên ku li pişt vê fitneyê jî bûne zû bihên vedîtin, da ku bi zûtirîn dem jî ev tawankar radestî dadgehê bibin û sizayên xwe yên dadwerane bibînin.

Herweha, ez daxwazê ji gelê herêma kurdistanê û hikûmeta herêma kurdistanê dikim, ku ew bi erkên ser milên xwe rabin û hêzên asayişê bi temamî rewşê kontrol bikin û baregehên hemû part, hêz û alîyan û dam û dezgehên hikûmî biparêzin. Ji ber ku em bi ti awayan rê nadin, ku fitne û anarşîzim li herêma kurdistanê çê bibin û asayişa herêmê, jîyan û guzerana welatîyên herêma kurdistanê bikeve xeterê de.

Ez di dawî de dibêjim, ku tevayî û yekrêzîya gelê herêma kurdistanê, heyvanê pêkhatina destkeftên mezin bûne. Ji ber vê yekê, îro erkê hemûyan e, ku vê yekrêzîyê biparêzin. Em radigihînin jî, ku em dê bi dijwarî di rûyê her gefekê de birawestin, ku ew ziyanê bide asayişa herêma kurdistanê û berjewendîyên gelê herêma kurdistanê.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
17/02/2011
Top