• Friday, 29 November 2024
logo

PDK di bareya xwepêşandana Îro ya bajêrê Silêmaniyê de daxuyannameyek belav kir

Gulan Media February 17, 2011 Nûçe
PDK di bareya xwepêşandana Îro ya bajêrê Silêmaniyê de daxuyannameyek belav kir
Cemawerê xweştiviyê kurdistanê

Îro ji aliyê hinek part û rêxistinên naskirî ve xwepêşandanek li nav bajêrê Silêmaniyê çê bû, ku wek çawa di daxwaza rêxistinkarên vê xwepêşandanê de hatibû, gerek bû bi armanca hinek daxwaz û piştevanîkirina guherînên Tûnisê û Misirê baya, belê berê vê xwepêşandanê bi serkêşiya hinek ajaweyan, ket baregeha liqa çarema PDK de û di nav van xwepêşanderan de, çekdar jî hebûn û piştî ku kevir havêjtin baregah liqa çar, êrîşî liqa çar jî kirin.

Ji ber ku dam û dezgehên ewledariyê yên berpirsyar jî rola xwe ya pêwîst nedîtin, ew hêzên pasevanên ewledariyê yên biçûk ên ku ji bo paraztina liqê hatibûn destnîşankirin, bê çare man û bergirî di ber baregeha liqê de kirin. Di encam de – mixabin – çend êrîşkar hatin hingavtin.

Hêjayî gotinê ye, ku em ji berî çend rojan ve agahdar bûn, ku bizavek bi goman û ajaweyane li parêzgeha Silêmaniyê li dijî PDK dihat kirin. Di nav van anarşîstan de alîgirên part û rêxistinên naskirî hene û mixabin, ku hêzên asayişê û polîsên nav bajêrê Silêmaniyê, ti bergirî di ber baregeha liqa çarema partiya me de nekirin û dev jê berdan, ku berê xwepêşanderan li angora daxwaza ajaweyan biçe û rêya xwepêşandanê kontrol nekirin.

Herwek xuyaye, ku li gor yasaya rêxistina xwepêşandanê, nabe xwepêşander û rêxistinên dijî dam û dezgehên fermî û partayetî bizavan bikin û dijwariyê bi kar bînin, belê ew a Îro li Silêmaniyê li dijî baregeha liqa çarema partiya me çê bû, berûvajî vê yasayê bû.

Em wek Partiya Demokrata Kurdistanê daxwazê ji dam û dezgehên fermiyên Silêmaniyê dikin, ku ewledariyê biparêzin û bi erkên xwe rabin. Herweha, em daxwazê ji aliyên siyasî û cemawerê xweştiviyê nav bajêrê Silêmaniyê dikin, ku erkên xwe yên niştimanî yên ji bo parastina hêminiyê û selametiya dam û dezgehên siyasî û hikûmî bi cih bihînin û nehêlin, ku ajawe û kesên gomanbar planên xwe yên dijî berjewediya welatê me bi cih bihînin, çimku di dawî de ziyan digihêje ser û samanên hevwelatiyan û dam û dezgehên wan.

Cemawerê xweştiviyê xelkê kurdistanê; parastina ewledarî û destkeftên neteweyî û demokratîkên me, erkê hemû çîn, nifş, part û rêxistinên cuda ye û em çaverê ne, ku cemawer bi erkê xwe rabe û baregehên hemû aliyên siyasî, pêkhatên cuda û dezgehên hikûmî biparêze û rê nede ku ajawe belav bibe.

Em wek PDK daxwazê ji hikûmeta herêma kurdistanê dikin, ku komîteyeka lêkolînan pêk bîne û bi zûtirîn dem, encamên karê xwe bixe ber çavê xelkê kurdistanê de û fitnekarên bûyera nav bajêrê Silêmaniyê, aşkira bike û wan li ber yasayê dane.

Herweha, em pîkolan dikin û hemû şiyanên xwe bi kar dihînin, da ku em rewşê kontrol bikin, destkevtan biparêzin û yekrêziya millet jî biparêzin.
Top