Daxuyannameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bareya xwepêşandana bajêrê Silêmaniyê de
Herçiqas ku xwepêşanderan cihê diyarkiriyê xwepêşandanê li angora rêdana fermiya parêzgeha Silêmaniyê bi dest xistibûn û ew cih jî, ber dergeha Sera ya Silêmaniyê bû û ji ber vê çendê, aliyên ewledariyê yên hikûmeta herêma kurdistanê, kar û barên pêdivê li wî cihî berdest kirbûn. Belê hinek ajaweyên nav vê xwepêşandanê, êrîşî ser baregeha liqa çarema PDK kirin û di encam de, çend kes hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.
Hikûmeta herêma kurdistanê dilgiraniya xwe di bareya vê bûyerê û encamên wê de dide nîşandan û daxwazê ji xelkê serbilindê kurdistanê û bi taybetî jî ji xelkê xweragirê bajêrê Silêmaniyê û hemû aliyên siyasî dike, ku bi giyanê berpirsyariyê ji bo hêwirkirina rewşê alîkariya hikûmetê bikin û pîkolan bikin, da ku rê ji anarşîstan re nebe li jêr perdeya xwepêşandanê û kombûnên cemawerî, giyan û ewledariya welatiyan bixin xeterê de û nav û dengê kurd û kurdistanê jî xerab bikin.
Hikûmeta herêma kurdistanê dupat dike, ku xwepêşandan, azadiya bîr û nerînan û kombûnên cemawerî yên bi awayên sivîlane û dûrî dijwariyê, mafên rewayên hemû aliyan in. Di heman demê jî de, hikûmeta herêma kurdistanê hemû aliyan dilhêsayî dike, ku wê ji bo parastina giyan û malên welatiyan, hemû dam û dezgehên peywendîdar li gor yasayê rasipartiye, da ku ew di rûyê anarşîstan de birawestin.
Di heman demê jî de, hikûmeta herêma kurdistanê dê lêkolînên hûr di bareya vê bûyera Îro bajêrê Silêmaniyê de bike û dê li angora yasayê, sizayê bide her anarşîst û berpirsekî vê bûyerê.
17/02/2011