• Friday, 29 November 2024
logo

Li Silêmaniyê alozî: 2 Kûştî û 47 birîndar hene, hatûçûn hat qedexekirin

Gulan Media February 17, 2011 Nûçe
Li Silêmaniyê alozî: 2 Kûştî û 47 birîndar hene, hatûçûn hat qedexekirin
Paş xwepêşandana Îro li bajarê Silêmaniyê ku bûye egerê aloziya rewşa ewlehiyê, asayişa Silêmaniyê hatinûçûn li wî bajarî qedexe kir û ta siba demijmêr 7:00 sibê kar bi wê biryarê tê kirin.

Li gor çavkaniyek pizîşkî li nexweşxana Silêmaniyê,di encama xwepêşandana îro ya li ber derê liqa 4 ya parta demokrata Kurdistanê, 2 Kûştî û 47 birîndar hene.

Xwepêşandana li silêmaniyê ber bi tundûtîjiyê ve çû, xwepêşanderan kevir avêtinê baregayê liqa 4 a partî demokratî Kurdistan û hewl dan biçin nav baregayê de û zîrevanên baregayê fîşek ber esman ve avêtin, di encam de 2 kes mirin û 47 kesên din jî birîndar bûn.

Peyvdarê bi navê tevgera Goran ragehand ku wan tu peywendî bi xwepîşanderan ve tuneye û daxwz ji welatiyan kir ku ewlahî û aramiya giştî biparêzin.

Hejmarek pir mezin ji hêzên asayşê, li kolana Salim û li ser avahiyên dewrober belav bûne.
Top