• Friday, 29 November 2024
logo

Hikûmeta Swêdê 15 İraqî dersînor kir

Gulan Media February 17, 2011 Nûçe
Hikûmeta Swêdê 15 İraqî dersînor kir
Polîsên Swêdî duhî bi şev (17.02.2011ê) 15 penaberên İraqî vegerandin İraqê. Ji derveyî vê yekê polîsên Swêdê gotin: “Nêzîka 150 kesan li pêşiya wê kampa ku ev penaber lê bûn, li dijî dersînorkirina van penaberan xwepêşandanek li darxistin.”

Li gor raporteke malpera swedishwire.com a Swêdî, polîsan daxwaz ji meşvanan kiriye ku pêşiya kampê vala bikin, dema ku xwepêşander ew cih vala nekirin, polîsan dest bi pêngava girtinê kirin û 16 çalakvan girtin.

Derbarê dersînorkirina 15 penaberên İraqî de jî, polîsên Swêdê di daxuyaniyeke fermî de daxuyandin: “Li gor wê plana ku me dariştî, firokeya ber bi Bexda ve çûyî, di demê xwe de bi rêket. Biryara dersînorkirina van penaberan ji aliyê desteya karûbarên penaberan a Swêdê ve hat dayîn.”

Hikûmeta Swêdê bi berdewamî ji aliyê rêxistinên Human Rights Watch, Amnesty û Unicef ve bi boneya dersînorkirina penaberên İraqî tê rexnekirin.

Her li gor wê raporê, Hikûmeta Swêdê berî mehekê 26 penaberên din ên İraqî dersînor kir. (Rûdaw)
Top