Fuad Husên: Ji bo berengarbûna gendelî û encamdana çaksaziyê komîtek bilind tê pêkanîn
Li vî derbarî de Serokê Dîwanê got: Heta niha tu aliyekî siyasî pêşniyazên xwe di derbarê encamdana çaksaziyê nedaye Serokayetiya Herêma Kurdistanê ku ji aliyê birêz Serokê Herêmê ve hatibû daxwaz kirin û bi gihiştina pêşniyazan jî lîjneyekî bilind ji Serokayetiya Herêm, Parlemen û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, bi mebesta destpêkirina bi encamdana çaksaziyê dihête pêkanîn.
Her wiha got ew lîjne ji bo dîtina mekanîzmeke berengarbûna pirsa gendeliya li Herêma Kurdistanê kar dike û ji bo çawayiya encamdana çaksazî li Herêmê da plan dadirêjê.