Mesrûr Barzanî: “Ezmûna me di parastina ewlehiya herêmê de, serketî bû û proje yasayên rêxistina dezgehên ewlehiyê derencamê ew ezmûna me bû ku ji bo berjewendiya hemû welatiya ne”.
Di vê dîdarê de ji bilî baskirina li bara peywendiyên dualî yên Herêm û Emrîka, amaje bi pêşhatên dawî yên qada siyasiya Iraq û Herêmê jî hat kirin, div ê bare de şanda Emrîkî piştevaniya xwe bo pêşveçûna pirosa siyasî ya Iraqê tekez kir û xweşhaliya xwe bi arambûna barêsiyasî û ewlehiya Herêmê derbirî.
Di vê dîdarê de Mesrûr Barzanî pêgiriya Kurd bi piştevanîkirina pêşveçûna pirosa siyasî ya Iraqê tekez kir û omêd xwest ku rewşa tenahî û siyasiya navçeyên din yên Iraqê jî tenabibin, her di vê delîfê de berêz girifta serekî aloziya bare siyasî ya Iraqê bi nebûna baweriya pêwîst di navbera pêkhatên Iraqê de vegerand û çareseriya wê rewşê jî tenê kinkirina destên dervyî û diyaloka zelal û rûberûbûna hemû pêkhatan zanî, di gel vê çendê berêz geşbîniya xwe xiste rû ku bi prova jiyana demokrasiyê li Iraqê û derbazbûna demî ta radeyekê rêgirên navbera pêkhatan de hatine şikandin û guh l çareseriyên navxwe tê kirin, ku destpêşxeriya serok barzanî nimûneyeke ji ew curên çareseriyên navxweyî û guhlihevkirinê.
Derbaê kêşên Herêm û Bexdayê, Mesrûr Barzanî cêbecêkirina mada 140ê bi kilîta çareseriya piraniya pirsgirêkan da zanîn, ragehand nabe hin kes bendên ew mada destûrî bi madeyekê mirî û biser çûyî bizanin, çûnkî destûr yek destûre û hemû bi hev re saxe û di kardaye û mada 140ê jî bendeke ku çareseriya pirsgirêkên cihê hevrikiyê ne bi şêwazekê demokrasî xistiye holê, ku xelkê wan deveran di qûnaxa dawî de wê biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.
Her di vê dîdarê de Mesrûr Barzanî ronî xiste ser bizava saziyên peywendîdar bi rewşa ewlehiya herêmê ve, amaje da wê ku me serborek serketî di ewlehiya herêmê di nava devereka ne aram de hebûye, û her li jêr ronahiya wê serbûrê û di dirêjiya pirosesa rêxistina saziyên herêmê, me du pirojên yasayî xistine holê ku niha li perlemanê ne, naveroka wan pirojan jî wek caran ji ber karakirina wan saziyên ewlehiyê û rêxistina siyaseta ewlehiyê ye, berhemê van saziyan jî dê bikeve berjewendiya tev welatiyan bê cudahî.