3 bond jib o diristkirina projeyê Tramwayê hatin morkirin
Bêjedarê bi navê wezareta gihandinê û veguheztinê ya herêma kurdistanê Umêd Muhemmed Salih di vê bareyê de ragihand, ku ev bondên han îro li dîwana wezaretê hatin muhrkirin.
Di dêredazên muhrkirina evan bondan de, wezîrê gihandinê û veguheztinê Enwer Cebelî Şabo, rêvebirên giştîyên wezaretê û şîretkarên wezaretê amade bûn û tê de, nexşeya encamdana vê projeyê hat pêşandan.
Umêd Muhemmed Salih got, ku ev projeyê han ê li bajêr Hewlêrê bi kompanyaya TeknopoloFG ya Îtaliyayî re û bi 02.559.303.700 Dînaran hatiye muhrkirin, ev projeyê han ê li Duhokê bi kompanyaya TerraNova ya Romaniyayî re û bi 02.600.000.000 Dînaran hatiye muhrikirin û ev projeyê ha ê li Silêmanîyê, bi kompanyaya SDI a Îtaliyayî re û bi 02.800.000.000 Dînaran hatiye muhrkirin.
Umêd Muhemmed Salih got, ku dirêjîya evê tramê li Hewlêrê 60 kîlometre ye, li Silêmanîyê 50 kîlometre ye û li Duhokê 40 kîlometre ye. PNA