• Friday, 29 November 2024
logo

Xortên Colemêrgî kontrola nasnameyan kirin

Gulan Media February 15, 2011 Nûçe
Xortên Colemêrgî kontrola nasnameyan kirin
Alozî û pevçûna di navbera polîs û çalakvanan de hê jî berdewam e. Bi boneya salvegera girtina Abdullah Ocalan, li Colemêrgê, di bûyerên ku duh pêk hatin de, komeke ku rûyê xwe rapêçabû, “bi navê KCK’ê” rê birî û kontrola nasnameyan kir!

Li navenda bajêr, duh careke din di navbera polîs û çalakvanan de pevçûn derketin. Hate ragihandin ku di bûyerên Colemêrgê de 14 kes, li Geverê jî 12 kes hatine binçavkirin.

Li hêla din li Taxa Keklîkpinarê xwepêşandarên ku rêyan ji trafîkê/hatûçoyê re birî, otomobîlên derbas dibin dane sekinandin û pirsiyar û kontrola nasnameyan kir. Polîs mudaxaleyî xwepêşandaran kir ku hejmara wan digîhişt 40 kesî.

Xwepêşanderên ku li kûçe û kolanan belav bûn, molotof kokteyl û fişekên hewayî avêtin polîsan. Li gorî saloxdayînên ku heta niha bi dest dikevin, alozî û pevçûna di navbera polîs û çalakvanan de hê jî berdewam e.

Rizgarî / NTVMSNBC
W.K: Jar Jan Dilpola
Top