• Friday, 29 November 2024
logo

Kurdên rojhilat dijî Îranê amadekariya xwepêşandanê dikin

Gulan Media February 15, 2011 Nûçe
Kurdên rojhilat dijî Îranê amadekariya xwepêşandanê dikin
Endamê Koardînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Şêrzad Kemanger ragehand ku gelê Kurd bo beşdarîkirina xwepêşandanan amadekariyan dike û got: ‘’Ger pirsa Kurd neyê çareser kirin guherankarî di sîstema niha ya Îranê de nayê kirin.’’

Derbarê xwepêşandanên Îranê de Endamê Koardînasyona PJAKê Şêrzad Kemanger agahî dan Rojnam Rûdawê û wiha axifî: ‘’Bi mebesta encamdana xwepêşandana giştî û bidestxistina mafê xwe yê rewa gelê Kurd amadekariyan dike, lê heta niha me wek aliyekî Kurd bi awayekî fermî peywendî ligel aliyên din ên opozîsyona Îranê nedaniye, lê belê di navbera me de çend xalên hevbeş hene û ji bo guhertina vê sîstema niha ya Îranê dibe piştre em li ser wan gotûbê bikin.’’

Doh li çend bajarên Îranê bi hezaran hevwelatî derketin ser cadeyan û xwepêşandan kirin. Ew xwepêşandan bû sedema alozî di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan de derkeve û di encam de kesek hat kuştin û çend kes jî birîndar bûn û gelek kes jî hatin girtin.

Derbarê helwêstê Kurdan de jî Kemanger got: ‘’Kurdên rojhilat daxwaza guherankariyê ji Îranê dikin, herwiha wek ezmûna parçeyên din ên Kurdistanê em jî dikarin di çarçoveya welatê Îranê de bi awayê federaliyet bimînin.’’ (Rûdaw)
Top