Serokê herêma Kurdistanê roja jidayikbûna pêxember pîroz kir
Barzanî di mesaca xwe de gerimtirîn pêrozbahiya pêşkeşî misilmanên Kurdsiatn, Îraq û cîhanê de ke û behsa peyama pîroza Mihemed pêxember (silavên Xwedê lê bin) dike û dibêej: ” Bi peyama xwe ya pîroz karî xoşewîstiyê û wekheviyê li ser prensîpê dadperwer û lêbihurînê di nav gelan de bişespîne.”
Serokê herêma Kurdistanê di berdewamiya mesaja xwe ya pîrozbahiyê de dibêje: ”Ji Xwedayê dilovan hêvîdarim ku vê helkefta pîroz bike wêstgeha vegerana hemû laiyan bo ser rêya rasta peyama wî pêxemberê serdar ku jêderê rehmet, xêr û bereketê ye bo tevaya mirovatiyê û peyama wî peyama binyatnana civakê ye li ser esasê wekhevî, birayetî, dadweriya civakî û pêkvejiyanê ye.”
Serok Barzanî di peyama xwe de hêvî dike ku ev roja pîroz bi xêr û xweşî bi ser gelê Kurdistanê de derbas bibe û sertaserî Îraq federal aram û avadan bibe.