• Friday, 29 November 2024
logo

Li Îranê jî reformxwazan serî hildan

Gulan Media February 15, 2011 Nûçe
Li Îranê jî reformxwazan serî hildan
Ji bo piştgiriya şoreşên Tunis û Misrê alîgirên Tevgera Kesk û reformxwazên Îranê li meydana herî mezin ya bajêr kom bûn û dest bi meşê kirin, lê bi gaza bîberê polîs midaxelaya wan kir.

Bi mebesta piştgirîkirina şoreşên Tunis, Misrê û protestokirina rejîma Îranê, duhî nêzîka 5 hezar kesan li ser cadeya Azadî û Înqilab ên Tehranê kom bûn û ber bi Meydana Azadî dest bi meşê kirin lê polîs midaxeleya wan kir.

Li gor ajansên nûçeyan. xwepêşanderan her xwestin ber bi Meydana Azadî bimeşin lê polîsên Îranê hewl dan bi gaza bîberê û rondikrêj wan ji hev belav bikin, dema xwepêşander jî dijî midaxeleya polîsan derketin êdî li hinek cihan şer di navbera hevwelatî û polîsan de derket.

Herwiha ji ber xwepêşandanên doh yên li Tehranê xeta internet û telefonên mobîl jî hat rawestandin. Di demekê de ku destê sibehê xeta internetê normal bû piştre bi tevahî hat birîn û peywendiya bi telefonan jî hat rawestandin.

Li gor ku ajansên nûçeyan dibêjin, hêzên ewlekariyê bi cilên sivîl li çend cihên Tehranê bi awayekî dijwar rûbirûyê xwepêşanderan bûne. Di heman demê de hêzên polîs li derdora zanîngeha Tehranê hatine bicîhkirin û helîkopterên polîsan jî her bi esmanê Tehranê re dizîvirin. Heta niha nayê zanîn ka kuştî û birîndar hene yan na.

Mîr Hûsên Mûsewî û Mehdî Kerûbî ku dû serkirdeyên opozîsyona welat in daxwaz ji desthilata Îranê kiribûn piştgiriya şoreşên xelkê Tunis û Misrê bike, xwepêşandanek li Tehranê bê sazkirin, lê desthilatdarên Îranê mohlet nedan xwepêşandanê. (Rojnama Rûdaw)
Top