Di roja Evîndaran de 14 bûk û zava bi hevre şahiya xwe li Hewlêrê sazdikin
Dr. Viyan Silêman, sikretêra afretên Kurdistanê xuya kir, ku wan bi fer zanî di roja cîhanî ya evîndaran (Valantayn) de harîkariya 14 kur û keçên genc yên li seranserî Kurdistanê bikin.
Navbirî ji rojnam EVRO re diyar kir ku merem ji sazkirina vê şahiyê, bihêzkirina diyarda şahiyên bi kom e, herweha nêzîkbûna xêzanên derveyî herêmê tev hersê parêzgehên Kurdistanê ye.
Derbarê harîkariyên diravî ku bo van gencan hatine pêşkêş kirin, Dr. Viyan got: “me ji aliyê maddî harîkariya wan kiriye bo encamdana şahiyana wan û hindek diyariyên maddî bo dabîn kirine.”