Ragihandina dawîn ya konferansa (rola rêxistinên olî û rewşenbîrî di xurtkirina aştiya civakî de)
Ragihandina dawiyê ya konferansa (rola rêxistinên olî û rewşenbîrî di xurtkirina aştiya civakî) de.
Îro şemîyê rêkefta 12.02.2011 li ser raspardeya birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û li jêr dirûşma rola rêxistin û damezrandinên olî û rewşenbîrî di xurtkirina aştiya civakî de, konferanseke giştî bi beşdarîkirina hejmarek endamên parlamento, zanayên olî, wezîrên rewşenbîrî û lawan, ewqaf û karubarê olî, serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê, nûnerên rêxistinên civaka medenî û rewşenbîr û nivîskaran hate saz kirin.
Di rêwresma vekirina konferansê da birêz serokê Herêmê gotarekî pêşkêş kir û tekez li ser wê yekê kir ku civaka Kurdistanê ji berê ve bi çand û kultura lêborînî û pêkvejiyanê ve girêdayî ye û hemû take keseke vê Kurdistanê azade li mumaresekirina ol û mezheban bi ber bi çav kirina hinek bingehan ku nabe bihête binpêkirin. Hemû nivîskarek li bîr û baweriya xwe de azade, lê belê pêwîste van bingehan biparêzin û dest netavê li nav pîroziyên tu olek û nabe tu mamostayeke olî li rêya mînberê ve fetwaya tekfîr û kuştinê bide.
Paşê her yek ji rêzdaran wezîrê ewqaf û karubarê olî û wezîrê rewşenbîrî û lawan gotarek pêşkêş kirin û têda bi mebesta xurtkirina aştiya civakî tekez li ser gotara tebayiyê kirin.
Paşê amadebûyan li ser du grupan de dabeş bûn û nêzîkî çend demjimêrek guftûgoyekî têr û tije di derbarê naveroka konferansê da kirin û bi giyana hevdûqebulkirin û hemahengiya li gel hevdû û li diyalogekî vekirî û şefaf da bîr û rayên xwe danustandin kirin.
Di encama guftûgoyan da amadevan gihiştin van rasperdeyên li xwarê:
1- Bi mebesta hevdû têgihiştineke zêdetir û dewlemenkirina çanda diyaloga bi mebesta xurtkirin û parastina aştiya civakî û aramtirbûna rewşa aramî û asayîşa herêma Kurdistanê, giringiya berdewambûna van cure konferansan dan.
2- Zêdetir çalakkirina desthilata dadwerî, yasayî û dawakarê giştî û bi wan bexşîna desthilateke zêdetir.
3- Çalakkirina karkirinê bi yasaya rojnamevaniya li herêma Kurdistanê de.
4- Bi dûr girtina mizgeftan û cîhên oliyên din ji karûbarê hizbî.
5- Rêzgirtina li azadiya raderbirîn û azadiya bîr û baweriyê di çarçêweya destûr û yasayan da.
6- Pexşkirina gotara oliya mizgeftan li kanalên ragihandinê li gor rênimayiyên wezareta ewqaf û karubarê olî be.
7- Pêwîste mamostayên olî ji babetên teşhîrkirina bi ol vegerin wezareta ewqaf û karubarê olî bi rêkarên yasayî li ber bigre.
8- Pêwîste mamostayên olî girêdayî bi rênimayiyên wezareta ewqaf û karubarê olî be û her wiha ji bo ku gotareke miyanrew (Mutedil) bigihe hemwelatiyan dûr be ji hemû fetwadan û hemû tundutîjiyek ku ziyanê bi aramî û aştiya civakî bigihîne.
9- Bikarneanîna tu mînberek (Mizgeft û belavkiriyan) ji bo teşhîr bi yekkirin û li dema hebûna pirsan de rêgirtina bi rêkarên yasayî.
10- Rêzgirtin li hemkultûrî û fireholiya civaka Kurdistanê û belavkirina giyana lêborînî û hevdûqebulkirin û pêkvejiyanê û rêzgirtina li rayên cûda erkê hemû aliyeke.
11- Nirxandineke zêdetir li ser ramanên (Hebûn yan nebûna) encûmena fetwa li herêma
Kurdistanê de.
12- Endamên konferansê bi pêwîstî zanîn ku lîjneyek ji bo bi duvdaçûna li babetên pêwendîdar û çalakkirina rola aliyên pêwendîdarên hikûmetê li desteberkirina mekanîzma çawayiya bi yekgihandin û diyalogê bihête pêkanîn.
Beşdarbûyên konferansê li dawiyê de tekez li ser birayetî, pêkvejiyan, hevdû qebulkirin û parastina serweriya yasayê kirin, li gel wê yekê ku hemû çîn û tuwêj bi mebesta aramtirkirina ezmûna demokratiya gelê Kurdistanê û xurtkirina aştiya civakî dirêjiyê bi xebata medeniyaneya xwe bidin.
Beşdarbûyên konferansê
Hewlêr 12/02/2011