• Friday, 29 November 2024
logo

Karayilan: Em ê di vê hefteyê de biryara dawî ya agirbestê rabighînin

Gulan Media February 12, 2011 Nûçe
Karayilan: Em ê di vê hefteyê de biryara dawî ya agirbestê rabighînin
Serokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murat Karayilan ragehand ku di hundirê vê hefteyê de serkirdayetiya PKKê biryara dawî derbarê agirbesta xwe ya yekalî de dide, ka dirêj bike yan bi dawî bîne.’’

Di daxwiyaniyeke KCKê de ko kopiyek ji Rûdawê re hatiye şandin, Serokê KCKê Murat Karayilan dibêje: ‘’Ger hikûmeta Tirkiyê derbarê çareseriya pirsa Kurd bi rêyên aştî û demokratîk de pêngavên erênî navêje, wê demê em neçar dibin berî meha Adarê rewşê binirxînin û di wê derbarê de biryara xwe ya dawî bidin. Derheqê pirsa Kurd de derfetê herî dawî li ber destê AKPê ye, ka pêngavên erênî diavêje yan na.’’

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şeş meh berî niha agirbesta yekalî ragehand, lê belê hêzên leşkerî yên Tirkiyê car car operasyonan dibin ser baregehên PKKê û bi gotina wan ew jî berevaniyê li xwe dikin.

Karayilan rexneyên dijwar li AKPê digre û dibêje: ‘’Ji dêlva hewl bidin rewşê çareser bikin, hewl didin çekan bikirin û bo rûbirûbûna gerîllayên PKKê amadekariya encamdana opesrayonên mezin dikin. AKP nikare gelê Kurd bi senaryoyên wek ‘vebûna demokratîk’ bixapîne. ’’ (Rûdaw)
Top