Herêma Kurdistanê bi guhartina Misrê dilşad e
Fûad Hisên Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, ji Ajansa Kurdistan Newsê re,daxuyakirin ku Herêma Kurdistanê bi guhartinên li Misrê piştî destberdariya Husnî Mubarek ji serokayetiya Misrê kêfxweş e.
Hisên got jî, “Her çiqas pêvajoya demokrasiyê li welatên derdora Herêma Kurdistanê û bi taybet li welatên erebî bi dest were û berfirehtir bibe, ji bo Herêma Kurdistanê baş tir e.”
Fûad Hisên bal kişand ser têkiliyên di navbera Herêma Kurdistan û Misrê de û got: “dê her wek xwe bimînin û bidomin, ji ber ku Misr û gelê wê her man e”.