Paş 18 rojan ji xwepêşandanê berdewam li welatê Misrê, duhî bi şev Husnî Mubarek serokê wî welatî neçar bû dest ji kursiya deshelatê berde û karûbarên welat radestî Civata Leşkerî bike.
Yekser paş belavbûna vê nûçeyê, welatiyên misrê dest bi ahengên girseyî kirin û dîmenên derbirîna xweşî bi rêya bi sedan kenalên cîhanî bo hemo dinyayê veguhastin