• Friday, 29 November 2024
logo

Belçîkayê cezayê zîndanê li 13 kurdan birî

Gulan Media February 10, 2011 Nûçe
Belçîkayê cezayê zîndanê li 13 kurdan birî
Li Brûksela paytexta Belçîkayê, bi hinceta “bazirganiya bi mirovan”, cezayê 2-10 zîndanê li 13 welatiyên Herêma Kurdistanê birî.

Dadgeha Cezayê ya Brûkselê duhî cezayê 2 ta 10 sal zîndanê li 13 kurdan birî ku bi bazirganiya bi mirovan dihatin tawanbarkirin.

Li gor nûçeya ANFyê, tê îdiakirin kesên ku ceza lê hatiye birin, şebekeyek ava kirine, nêzîkî 170 kesên ku destûra niştecihbûna wan nîne derbasê Brûkselê kirine û rawestgehên li ser rêya E40 ya Brûkselê jî ji bo armancên xwe bi kar anîne.

Piştî ku derdikeve, kesên ku ceza li wan hatiye birîn, nahêlin kes bikeve cihên parkê yên li ser rêya E40 û xwestina veguhastina penaberan bi temamî bikeve bin kontroal wan, hêzên ewlekariyê dest bi şopandina endamên şebekeyê kiriye.

Hate ragihandin, endamên şebekeyê ji kesên ku dixwestin biçin Ewropayê daxwaza 700-100 euro dikir û li gor cureyên veguhastina ev mîqdar carinan digihişt 5-6 hezar euroyan.(AKnews)
Top