Serokatiya herêma Kurdistanê kiriyara terorîstiya bajarê Kerkûkê şermezar kir
Serokatiya herêma Kurdistanê di demekê de ku bi germî pirse û sersaxiyê li malbatên şehîd û qurbaniyê wî êrîşa terorîstî dike, di heman demê de wê kiryara terorîstî û nemirrovane û encamderên wê bi dijwarî şermezar û rûreş dike
Ecamdana kiryarên terorîstî û êrîşên hovane dijî hevwelatiyên sivîl û hêzên parastina aramî û asayîşê, ji aliyê her kes û taqimê ve bin, hemû hevwelatî wan şermezar dikin û qebûl nakin. Qanûn jî bi dijwarî li dijî wam pîlan, êrîş û kesên dilbikîn yên ku çavên wan bi yekrêzî û pêkvejiyana hevwelatiyên ji neteweyên cihê ranebe, bi taybetî bajarekî weke bajarê Kerkûkê ku di rewşeke taybet de ye, raweste. Jiber vê yekê em bi hemû îmkanên xwe ji bo nolmalîzekirina rewşa Kerkûkê dixebitin, daku di paşerojê de şêniyên bajêr bi biratî û tebayî pêkve bijîn.
Careke din em hevxemî û diltengiya xwe ji malbatên qurbaniyên destê reşê tawana li bajêrê Kerkûkê çêbûy ku, bi xedir û bê gunehî şehîd û birîndar bûn, nîşan didin. Ji Xwedayê mezin daxaz dikin ku şehîdan bi buheştê şad bike û hêviya çakbûneke bilez bo birîndaran dikiîn.
Hemû saziyên saxlemiyê li Hewlêr û Silmaniyê amadene pêşwaziya birîndaran bikin.
Berdefkek bi navê serokatiya herêma Kurdistanê
09.02.2011