Sûriyê qedexeya li ser "Facebook û Youtube" rakir
Di vê barê de Dezgeha Giştî ya Gihandinê li Sûriyê aşkere kir, "Ji 8ê sibatê û pêve êdî çi qedexe li ser malpera facebook û youtube tune ye, û her kes dikare bi asayaî wan veke."
Hêjayî gotinê ye ku Navenda Sûrî bo Ragihandin û Azadiya Derbirînê di rapora xwe ya sebaret malperên qedexekirî de nêzî 250 malper bi nav dike, ku derbazbûna wan li hundir Sûriyê qedexe ye.
(AKnews)