• Friday, 29 November 2024
logo

Sûriyê qedexeya li ser "Facebook û Youtube" rakir

Gulan Media February 9, 2011 Nûçe
Sûriyê qedexeya li ser
Hate zanîn ku li Sûriyê êdî herdu malperên pêwendiya civakî "Facebook û Youtube" vekirî ne û qedexeya li ser wan rabûye.

Di vê barê de Dezgeha Giştî ya Gihandinê li Sûriyê aşkere kir, "Ji 8ê sibatê û pêve êdî çi qedexe li ser malpera facebook û youtube tune ye, û her kes dikare bi asayaî wan veke."

Hêjayî gotinê ye ku Navenda Sûrî bo Ragihandin û Azadiya Derbirînê di rapora xwe ya sebaret malperên qedexekirî de nêzî 250 malper bi nav dike, ku derbazbûna wan li hundir Sûriyê qedexe ye.

(AKnews)
Top