Li Kerkûkê 3 otombêl teqiyan, di encam de 8 mirin û 78 jî birîndar bûn
Li gor çavkaniyên polîsê Kerkûkê, îro danê sibê 3 otombîlên bombekirî, li ser riya Kerkûk - Bexdayê, ji aliyê terorîstan ve hatin teqandin û di encamê de, 8 kes ku di nav wan de 2 polîs û zarokek hene, jiyana xwe ji dest dan û 78 kesên din jî birîndarbûn.