Di teqîna li Amedê de 13 kes birîndar bûn
Waliyê Amedê, der barê teqîna li Mega Marketa li Petrola Oryilê ya li Navçeya Rezan de daxuyaniyek da. Toprak, destnîşan kir ku teqîn ji ber gaza LPG'ê pêkhatiye û yek jê giran 10 kes birîndar bûn. Toprak di daxuyaniya xwe de da zanîn ku birîndar jî rakirine Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.
Di aliyê din de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî hate cihê teqînê û lêkolîn kir. Ji ber ku dibe, dibin enkazê de kes mabin, ekîbên îtfaiyeyê bi kuçikên ku bi taybet hatine perwerdekirin li cihê teqînê lêkolîn. ANF