Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê digel serok û cîgirên serokên zanîngehên Helence, Germiyan, Raperîn û Zaxoyê civiya
Di civînê de serokê hikûmeta pîrozbahî li serok û cîgirên serokên zanîngehên nû kir û hêvî kir ku damezrandina wan zanîngehên nû ji bona peyrewkirina sîstemeke nû ya xandin û rêvebirêy hokarekê baş bin.
Salih got: Girêgîdan bi sektora xandin û zanistê ji karên me yên pêşîne û vekirina van zanîngehan jî di çarçoveya vê dîtêne de hatine damezrandin.
Serokê hikûmetê daxaz ji serok û cîgirên serokên zanîngehên nû kir ku hewil bidin bi baştirîn cur û kalîteya xandin û sîstema îdarî peyrew bikin û mînakeke geş ya afrandinê li zanîgehên xwe pêşkeş bikin.
Serokê hikûmetê di berdewamiya axavtina xwe degot ku ew dê li ser reforêmêm sîstenma perwerde û xandinê, pirojeyê geşepêdan aşiyanan û parastina serbixweyîya zanîngehna ji desttêwerrdanên neqanûnî berdewam bin.
Di civînê de Dilawer Elaedîn wezîrê xandina bilind û lêkolînên zanistî got: Ev piştevaniya serokê hikûmetê me teşwîq dike ku zêdetir xizmeta warê xandin û perwerdeyê bikin. Ez di wê bawerê de me ku jîrî û jêhatiya serokên zanîngehên nû dê mînakek ciwana bilinda pirosesa xandinê û îdareya zanêngehan de nîşan bidin.