• Friday, 29 November 2024
logo

Bulent Arinç: Şivan Perwer pir dixwest bê Tirkiyê

Gulan Media February 8, 2011 Nûçe
Bulent Arinç: Şivan Perwer pir dixwest bê Tirkiyê
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç doh ragehand ku li bajarê Kolnê yê Elmanya li ser daxwaza Şivan Perwer ew dîtiye û got: ‘’Şivan Perwer pir dixwest bê Tirkiyê. Pir bi germî girêdayî Tirkiyê ye û dixwaze di TRT6-ê de jî konsereka zindî bide.’’

Bulent Arinçî ragehand ku wê ji bo mesrefên konsera Şivan Perwer ligel Rêveberê Giştî yê TRT-ê Ibrahim Şahin baxife û wiha pêde çû: ‘’Min jê re got were Tirkiyê û konseran bide û jê pirsî heta ger mimkun be di TRT-6-ê de konserekê bide. Wî jî got ew dê ji bo vê memnûn be. Konsereka wiha dikare li Ewrûpa li Parîsê, li Elmanya li Brukselê yan li her cihekê dîn bi orkestrayeka baş li salona operayê bibe civîneka xwedanprestîj. Ez ê aliyê vê yê madî û îmkanên rêveberiya me ya giştî ya (TRT-ê) jî ligel Rêveberê Giştî Ibrahim Şahin baxifim. Ev ê bo Tirkiyê, Şivan û bo brayên me yên Kurd jî bibe jesteka pir spehî.’’

Şivan Perwer du taxim cd û albûmên xwe jî dan Bulent Arinçî da yekê jî bide Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan. Bulent Arinç behsa awayê hevdîtina xwe û Şivan Perwer kir û got: ‘’Doh û pêr dema ez li Kolnê bûm, xeber dan min ko Şivan Perwer dixwaze min ziyaret bike. Ez bi vê pir memnûn bûm. Min berê ew nas nedikir lê belê li gor ku ez dizanim sala borî ji serokkomarê Awisturya xelateke girîng wergirtiye. Li mekanekî herî xwedanprestîj yê Awisturya konserek dabû. Me behsa Tirkiyê kir, me behsa vebûna demokratîk û yekîtî û bihevrebûna neteweyî kir. Pir dixwest bê Tirkiyê. Min dît ko pir bi cidî û bi germî girêdayî Tirkiyê ye. Pir hisbar bû û çavên wî ji rondikan şil bûn. Xwedê cidabûna ji memliket neke para ti kesî. Dibêje bila hinek şert bikemilin û xelk pirtir vê meselê tehemul bikin.’’

Van salên dawiyê gelek caran Şivan Perwer bi minasebetên cuda berpirsên hikûmeta Tirkiyê û parlamenterên AKPê dîtine. Her carê jî ew ji Şivan Perwer dixwazin ku vegere Tirkiyê lê belê Şivan bi nîv-erêyekê wan mijûl dike û venagere. (Nefel)
Top