• Friday, 29 November 2024
logo

125 saziyên sivîl daxwaza rawestandina şerê ragehandinê dikin

Gulan Media February 8, 2011 Nûçe
125 saziyên sivîl daxwaza rawestandina şerê ragehandinê dikin
Federasyona Saziyên Civaka Sivîl bi mebesta arambûna rewşa siyasî ya Kurdistanê beyannameyek belavkirin. Di beyannameya federasyona navbirî daxwaz dike ku şerê ragehandinê yê navbera Tevgera Goran, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de bê rawestandin.

Îro (08.02.2011) di civîneke çapemeniyê de Federasyona Saziyên Civaka Sivîl derbarê aloziya ku di navbera partiyên siyasî yên Kurdistanê de derketiye beyannameyek belav kir. Beyanname ji sê xalan pêk tê:

1- Em daxwazê li Serokê Herêma Kurdistanê dikin lijneyekê pêk bîne da sedemên belavkirina beyannameya Tevgera Goran diyar bike.

2- Di zûtirîn dem de şerê ragehandinê yê di navbera Tevgera Goran, YNK û PDKê de bi dawî bibe.


3- Hemû alî bi hev re bicivin û bi gotûbêj û diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.

Federasyona Saziyên Civaka Sivîl ji 125 sazî pêk hatiye. Ev beyannameya han jî bi mebesta arambûna aloziya navbera Tevgera Goran, PDK û YNKê belav kir, ku 29ê meha borî Goran beyannameyeke 7 xalî belav kiribû û daxwaza çaksazî û hilweşandina Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû. (Rojnama Rûdaw)
Top