• Friday, 29 November 2024
logo

Budceya 2011ê ya Iraqê 81.09 milliyar Dollar e

Gulan Media February 7, 2011 Nûçe
Budceya 2011ê ya Iraqê 81.09 milliyar Dollar e
Hikûmeta Iraqê budceya sala 2011 a Iraqê pesend kir û ev budce 81.09 milliyard Dollar e.

Bêjedarê bi navê hikûmeta Iraqê Elî Debbax ragihand, ku wezîrê darayîyê êdî dikare deynan ji banka navdewletî û sindoqa darayîya navdewletî werbigire.

Elî Debbax weha jî da xuyakirin, ku ji vê budceyê 56.04 milliyard Dollar ji xebitandinê re ye û 24.05 milliyard Dollar jî, ji investkarîyê re ye.

Di vê bêjedana xwe de Elî Debbax da nîşandan, ku wezîrê darayîyê Rafi` Elîsawî dikare 04.05 milliyard Dollaran, ji sindoqa darayîya navdewletî deyn bike û 02 milliyard Dollaran jî, ji banka navdewletî deyn bike. PNA
Top