Hotelek Lubnanî li Hewlêrê hat vekirin
Berhem Salih Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Newzad Hadî Parêzgarê Hewlêrê, Wezîrê Dewletê yê Lubnanê, nûnerê kompaniya Rotana, di rêresma vekirina hotelê de, amade bûn.
.
Berhem Salih, di merasîmê de diyar kir ku gelê Kurdistan û Lubnanê pir nêzîkî hev in û got: “Li Kurdistanê, aramî û aştî berqerar e, ev jî bûye sedem ku bazirganî tê de pêş bikeve û peyendiyên aborî bi welatên deverê re bihêztir bibe.”
Nûnerê kompaniya Rotana, xuyakir ku hotel ji 200 odeyan, 5 beşên serekî û 4 xaringehên mezin pêk tê.