Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandekê bilinda Komara Lubnanê kir
Di hevdîtinê de, Serok Barzanî li gel bi xêrhatina şandê, balkişand li ser wê yekê ku xelkê Kurdistanê hestekî taybetiya xwe beramber bi xelkê Lubnanê heye û hebûna karsazên Lubnaniyan li Herêma Kurdistanê cihê dilxweşiyê ye û xwediyê şarezayiyeke mezin û Herêma Kurdistanê dikarin sûd li wê şarezayiyê bihête wergirtin û li dema derbasbûyî jî bi awayekî ciddî li proseya pêşxistina Herêma Kurdistanê da beşdariyê kiriye.
Di beramber da şanda mîhvan li gel gihandina silavên Serok Komarê Lubnanê bi Serok Barzanî û xweşhaliya xwe bi vê serdana Herêma Kurdistanê de derbirî û behsa wê pêşketina ku li hemû warên Herêmê da hatine holê û balkişand li ser wê siruşta xweşika Herêmê ku li rûyê geştuguzariyê ve dikare sûd jê bihête wergirtin û çend projeyeke geştiyarî jî têda encam bidin û ragihand ku yek an jî du heyveke din Konsolxaneyeke Giştî ya Komara Lubnanê li Herêma Kurdistanê de dihête vekirin û ji bo berev pêşbirina pêwendiyan jî bi taybetî li ruyê aborî û bazirganî û bank ve pêşniyara girêdana kongreyekî taybet bi veberhênana li Herêma Kurdistanê kir û li vî warî de Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi biryara Hikûmeta Lubnanê ya vekirina Konsolgeriya li Herêma Kurdistanê derbirî û amadehiya Herêma Kurdistanê jî li pêşkêşkirina hêsankarî û alîkariyê pêwîst de nîşanda û daxwaz jî ji şandê kir ku silav û rêzên wî bigihîne Serok Komara Lubnanê.