"Piştî bûyerên Misrê, dibe dewleta serbixwe ya Kurdistanê dabimezre"
Aleksander Ezmunyan wiha daxife: ‘’Ez dijî wê yekê me ku çend dezgahên ragehandinê bo wesifkirina bûyerên Misrê bêjeyên ‘’tevlîhevî û provaktîf’’ bikar tînin. Ew xefka Serokê Misrê Husnî Mubarek e ku hewl da bo civaka navdewletî îspat bike bê desthilatdariya wî tevlîhevî û nearamî li welat dirûst dibe.’’
Li gor malpera Xendan, Ezmunyan desttêneweradan Artêşa Misrê di bûyerên welat de bilind nirxand û da zanîn ku li Herêmê Misir rolekî girîng dibîne û guherankariyên li wir bandorê li hemû cîhana Erebî dikin.
Kongreya Niştimanî ya Ermenîstan rêxistineke opozîsyon e û di sala 2008an de hatiye damezrandin. Yekemîn Serokê Ermenîstan Lîvon Tîrpetrosyan serokatiya wê dike û 17 partiyên opozîsyon tê de cîh digrin. (Rojnama Rûdaw)