• Friday, 29 November 2024
logo

Yekgirtûya Îslamî destpêşxeriyekê dide Serokê Herêma Kurdistanê

Gulan Media February 5, 2011 Nûçe
Yekgirtûya Îslamî destpêşxeriyekê dide Serokê Herêma Kurdistanê
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi mebesta aramkirina rewşa Kurdistanê, destpêşxeriyekê dide Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.

Di destpêşxeriyê de Yekgirtûya Îslamî daxwaz dike ku di zûtirîn dem de kampanya navxerabkirin û tehrîkkirina dijî hevûdû bê ragirtin.

Yekgirtûya Îslamî wiha dibêje: ‘’Em wek Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi nîgeranî berê xwe didin rewşa herêmê, berfirehbûn, alozî û aciziya medyayan, ku mixabin berdewam e û gelek caran jî zimanê gij û navxerabkirin tê bikaranîn û hinek car jî bi mebest yan bê mebest kaxez tên tevlîhevkirin, bi awayekî rê li ber arambûna ji hev famkirinê tê girtin.’’

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di pêşxeriya xwe de bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî sê pêşniyar kirine:

1- Di nêzîktirîn dem de kampanya navxerabkirin, tehrîkkirina dijî hevûdû û vekirina rûpelên dîrokê bê ragirtin.

2- Di nêzîktirîn derfet de civîneke hevbeş di navbera aliyên peywendîdar de bê sazkirin û ji nêzîk ve pirsgirêk bên gotûbêjkirin.

3- Li ser wêya ku em hemû hevdeng in kêmasî û genedelî li herêmê heye û herwiha yekdeng in li ser pêwistiya çareserkirina wan û bo em ezmûna xwe bipêş de bibin, em pêşniyar dikin ku ji hemû wan proje û bernameyên çaksaziyê yên ji aliyê hêz û aliyên siyasî ve hatine amadekirin û pêşkêş kirin, bernameyeke çaksazî, hevseng û yekgirtî bê amadekirin û parlamento û hikûmet wek berpirs bên destnîşankirin bo cîbicîhkirinê.


(Rojnama Rûdaw)
Top