• Friday, 29 November 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê Derveyê Desthilata Filistînê kir

Gulan Media February 5, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê Derveyê Desthilata Filistînê kir
Îro şemî 05/02/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li Dr. Riyaz El Malikî Wezîrê Derveyê Desthilata Filistîn û şanda li gel kir.

Di hevdîtinê de, Wezîrê Derveyê Desthilata Filistînê xweşhaliya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê derbirî û silavên birêz Mehmûd Ebas Serokê Desthilata Filistînê gihande Serok Barzanî û nameyekî jî birêz jî radestî Serok Barzanî kir. Her wiha ragihand ku gelê Filistînê bi girîngiyê ve temaşa dîroka serkeftiya Herêma Kurdistanê dike. Hest dike ku li gelek meseleyan da wekheviyek li navbera Filistîn û Herêmê da heye û dixwazin pêwendiyên di navbera her du aliyan de xurttir bike. Balkişand li ser wê yekê jî ku Desthilata Filistînê niyaza xwe heye Konsolxaneyeke Giştî li Herêma Kurdistanê da veke bo ku li navbera her du aliyan de pirek bê, bi taybetî jî li rûyê alîkariya siyasî û aboriyê ve û ragihand ku li derfetekî nêzîk da Wezîrê Aboriya Desthilata Filistînê bi Serokayetiya şandeke karsazên Filistînî bi mebesta bi cîh kirina komek projeyeke veberhênanê serdana Herêma Kurdistanê dike. Bi fermî jî Serok Barzanî vexwend ku serdana Filistînê bike û tekez li wê yekê kir ku Serokê Desthilata Filistînê bi qebulkirina vê vexwendinê xweşhal dibê û şerefekî mezin jî dibê ji bo gelê Filistînê. Her wiha rola serkirdayetiya Serok Barzanî jî neku her li Herêm belku li hemû Iraqê da bilind nirxand.

Serok Barzanî li gel bi xêrhatina Wezîrê Derveyê Desthilata Filistînê, balkişand li ser pêwendiya kevinê di navbera her du gelê Kurd û Filistînê û ragihand ku gelê Filistînê bi dirêjahiya dîrokê herdem piştgirê Kurd bûye û neteweya Kurd jî ji bo gelê Filistînê herdem piştgîr û hevkar bûye. Her wiha niha her du alî xwedî ezmûna xwe ne û dikarin li gelek waran de alîkariya hevdû bikin.

Sebaret bi kûrkirina pêwendiya aboriyên di navbera her du aliyan jî, Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku dergehê Herêmê li ber veberhênana Filistîniyan vekiriye û kar hêsanî jî ji bo wan dihête kirin.

Her wiha li mijareke dinê hevdîtinê de her du alî rewşa vê dawiyê ya navçeyê guftûgo kirin
Top