PDK, YNK û Goran bo civîna sêqolî amade ne
Berdevkê tevgera Goran Mihemed Tofîq Rehîm ji malpera Xendan re wiha axifî: “Tevgera Goran ji bo civîn û rûniştinên li gel her alî û hêzekî siyasî, ji bo gotûbêjkirina derbarê siyaset û daxwazên wê tevgerê de amade ye.”
Serokê Tevgera Goran Noşîrvan Mistefa ji nûnerê civakên sivîl re diyar kir ku, derbarê daxwiyaniya xwe de amade ne li gel Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê gotûbêjan bikin bi mercê berpirsên Partiya Demokrata Kurdistanê jî di civînê de amade bin.
Endamê Serkirdayetiya YNKê Ferîd Eseserd jî dibêje: “YNK, PDK û Tevgera Goran civîneke sêqolî red nekirine bo nirxandina rewşa niha ya herêmê, gotûbêjkirina li ser daxwiyaniya Tevgera Goran û encamdana reforman. Lê ne diyare wê ew civîn kengî bê lidarxistin û ji bo sazkirina wê civînê çend cidiyet heye.”
Eseserd bal kişand ser wê yekê ku wê problem bi çi arasteyekê ve biçe, ber bi xirab bûnê yan jî başbûnê ne diyar e. Eseresd wiha dirêjî bi axaftina xwe da; “Di sinordarkirin û mezin nebûna pirsgirêkê de rolê Amerîka hebû. Lê ligel vêna jî rolê Amerîkiyan çareseriyek demkî ye. Loma pêwîst e civîn bên kirin, rêyeke çareseriyê ya lêhatî ji bo vê problemê bê dîtin.’’
Doh derbarê heman mijarê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih ji rojnamevanan re wiha axifî: “Pêwîst e hemû alî bo aramkirina rewşa Herêma Kurdistanê hewl bidinn û reform di çarçoveya yasayî de bên kirin.’’ Herwiha Cîgirê Yekem ê Serkreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl ji nûnerê rêxistinên civaka sivîl re gotiye, “YNK ji bo nîqaşkirina daxwiyaniya vê dawiyê ya Tevgera Goran amade ye li gel Goran bicive.”
Berpirsê Ragehandina Serkirdayetiya PDKê Arî Hersîn jî daxwiyand ku; “Polîtbûroya PDKê ji bo civînên sêqolî yên ji bo çareserkirina rewşa herêmê amade ye, lê dem û cihê civînê ne diyare.” (Rojnama Rûdaw)