Di vê mehê de Talebanî serdana Sûriye dike
Li gor malpera XENDAN, çend çavkaniyên dîplomasî ji Şama paytexta Sûriyê ragihandine ku; “Li ser banga fermî ya Beşar Esad Serok komarê Sûriyê, biryar e Celal Talebanî Serok komarê İraqê 12ê ev meha em têde serdana Sûriye bike.’’
Cihê nîşandanê ye ku serdana herî dawî ya Talebanî bo Sûriyê jî di meha çileya 2007an de bû.