Roj Tv bo Xelata Nobelê hat berbijarkirin
Ji bo wergirtina xelata Aştiyê nêzîka 150 pisporan dengê xwe dane berbijarkirina Roj Tv. Di nav wan de jî kesên wek; rahîbê mezin ê Efrîqa Başûr Desmond Tutu, damezrênerê melbenda çareseriya qûrbaniyên îşkencê li Danîmarka Dr. İnge Genefke, Endamê Danîmarka yê komîteya Hêlsinkî Tue Magnussen, endamê komîteya li dijî îşkencê yê Yeketiya Ewrûpa Bent Sörenson û çend parlementerên biyanî hene.
Piştî belavbûna nûçeya derbarê berbijarkirina Roj Tv, wezareta Dadê ya Danîmarka derbarê vê mijarê de tu daxûyaniyek neda. Lê Berdevkê Partiya Mûhafazakar Tom Behnke got: “Cihê ecêbmayînê ye kanalek televizyonî ku lîsansa wê li Danîmarka û gilehî derbarê girtina wê de heye û heman kanal li Danîmarka ji bo wergirtina Xelata Aştiyê bê berbijarkirin. Bêgûman mafê her kesî ye ji bo wergirtina vê xelatê kîjan alî pêşniyar bike.” (Rûdaw)