• Friday, 29 November 2024
logo

Li Hesekê derngî şev zêdetir ji demijmêrekê fîşek hatin avêtin

Gulan Media February 4, 2011 Nûçe
Li Hesekê derngî şev zêdetir ji demijmêrekê  fîşek hatin avêtin
Li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, ev çend roj in dengê fîşekan bi awayekî berdewam di derengî şevê de tê.

Li gor malpera Gemya Kurda ev çend roj in hêzên sîxurî yên Sûriyê li parêzgeha Hesekê û endamên Partiya Beisê di amadebaşiyan de ne ji bo rêgirtin li her xwepêşandanekê li dijî desthilatê.

Li gor wî jêderî serok şaxên sîxuriyê li Hesekê li gel kesayetiyên Ereb civiyan û pere û çek dane wan û 10 hezar lîreyên Sûrî wek diyarî bo her kesekî Ereb ku rahêje çekan terxan kiriye.

Ev boyer hevdeme li gel nêzîkbûna (roja hers)ê li Sûriyê ku biryar e di 5.02.2011an de li seranserî Sûriyê çalakî û xwepêşandan li dijî desthilata Sûriyê bên lidarxistin.
Top