Li Hesekê derngî şev zêdetir ji demijmêrekê fîşek hatin avêtin
Li gor malpera Gemya Kurda ev çend roj in hêzên sîxurî yên Sûriyê li parêzgeha Hesekê û endamên Partiya Beisê di amadebaşiyan de ne ji bo rêgirtin li her xwepêşandanekê li dijî desthilatê.
Li gor wî jêderî serok şaxên sîxuriyê li Hesekê li gel kesayetiyên Ereb civiyan û pere û çek dane wan û 10 hezar lîreyên Sûrî wek diyarî bo her kesekî Ereb ku rahêje çekan terxan kiriye.
Ev boyer hevdeme li gel nêzîkbûna (roja hers)ê li Sûriyê ku biryar e di 5.02.2011an de li seranserî Sûriyê çalakî û xwepêşandan li dijî desthilata Sûriyê bên lidarxistin.