Dîsa agir bi Otêla Soma ket
Xwedîyê bînaya Otêla Soma, Newroz Ebdullah Mihemed ji Rûdawê re diyar kir ku, “Di dikanekê de ji ber têkirina gazê ya ji bo sobeyekê, agir bi sobê ket û agir zû hat vemirandin.”
Li cihê bûyera Otêla Soma ti tişt diyar nebû ku agir pê ketiye û xwediyê bînayê jî tekez li ser wê yekê kir ku; “Bûyer bê zerer bû û em vê carê bi selametî ji vî agirî rizgar bûn.”
Çavkaniyekê ji îtifaya Silêmaniyê jî ragihand: “Di dema agir pê ketina bînaya Otêl Soma de ti zererên giyanî û malî çênebûne.”
Karesata Otêla Soma li Silêmaniyê yek ji bûyerên herî giring ên sala 2010an bû. Di şeva 15.07.2010an de agir pê ketibû û di bûyerê de 27 kesên biyanî û navxweyî jiyana xwe ji dest dabûn. Vê bûyerê li cîhanê deng veda bû. (Rûdaw)