• Friday, 29 November 2024
logo

Li Hewlêrê merasîma bîranîna karesata 1 şibatê birêveçû

Gulan Media February 1, 2011 Nûçe
Li Hewlêrê merasîma bîranîna karesata 1 şibatê birêveçû
Îro sêşemê bi amadebûna nûnerê serok komarê Îraqê Celal Talebanî û nûnerê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê perlemana Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî rê û resma bîranîna karesata yekê şibatê, li monomênta şehîdên yekê şibatê li parka şehîd Samî Abdul Rahman ya li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê birêveçû.

Rê û resm bi xwendina çend Ayetan ji Qurana pîroz û xolek rawestan ji bo giyanê pakê şehîdan destpêkir, paşê Dr Kawe Mehmûd wezîrê karûbarê şehîdan bi wekalet amaje bi karê terorîstî yê yekê şibatê kir ku li leqa duyê PDK ê û malbenda sêyê YNK ê rûda û bû egerê şehîd û birîndarbûna pirtir ji 100 kesan.

Piştî ku zarokan li jêr wêneyên şehîdan mûm vêxistin, qefdê gula yê her yek ji serokatiya komara Îraqê, serokatiya herêma Kurdistanê, serokatiya Perleman û hikûmeta herêma Kurdistanê, binemalên şehîdan, polîtbîroya PDK ê û YNK ê, nûnerên welatên biyanî, ajansan UN ê û damûdezgehan li ser monomênta şehîdên yekê şibatê hat danîn.
Top