Li Hewlêrê merasîma bîranîna karesata 1 şibatê birêveçû
Rê û resm bi xwendina çend Ayetan ji Qurana pîroz û xolek rawestan ji bo giyanê pakê şehîdan destpêkir, paşê Dr Kawe Mehmûd wezîrê karûbarê şehîdan bi wekalet amaje bi karê terorîstî yê yekê şibatê kir ku li leqa duyê PDK ê û malbenda sêyê YNK ê rûda û bû egerê şehîd û birîndarbûna pirtir ji 100 kesan.
Piştî ku zarokan li jêr wêneyên şehîdan mûm vêxistin, qefdê gula yê her yek ji serokatiya komara Îraqê, serokatiya herêma Kurdistanê, serokatiya Perleman û hikûmeta herêma Kurdistanê, binemalên şehîdan, polîtbîroya PDK ê û YNK ê, nûnerên welatên biyanî, ajansan UN ê û damûdezgehan li ser monomênta şehîdên yekê şibatê hat danîn.