• Friday, 29 November 2024
logo

Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê daxwaza aramkirina aloziya vê dawiyê kir

Gulan Media February 1, 2011 Nûçe
Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê daxwaza aramkirina aloziya vê dawiyê kir
Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê (YPK) derbarê pêşhateyên dawîn yên li Herêma Kurdistanê de beyanameyek derxist û daxwaza aramkirina aloziyên piştî beyanameya Tevgera Goranê kir.

Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê, îro di beyanameyekê de daxwaz ji aliyên têkildar kir ku hewla aramkirina aloziyên ku piştî belavkirina beyanameya Tevgera Goranê peyda bûne, bidin.

YPKê di beyanameya xwe de daxwaz ji aliyên têkildar kir ku bi armanca nehiştina aloziyan û çareserkirina arîşeyên heyî bidin ser rêya diyalog û hevdîtinê.

Parlamenterên Herêma Kurdistanê dibêjin, “Em ji ber wê xemsariya ku hikûmet û parlamento li hember daxwazên rewa yên xelk dinumîne dilteng in û di bicihanîna sozên ku hatine dayîn de xemsariyeke zêde tê dîtin, li hember gendelî û bêedaletiya ku heye çi tedbîreke berçav nayê girtin.”

Her weha tê gotin, “Em bi aşkere jî radigihînin ku penabirina ber kolan û sorkirina xelk û cemawer û şerê ragihandinê û ev gotara tund a ku di beyanameya Goranê de hest pê têkirin, cihê diltengiyê ye bi taybet jî Tevgera Goran bixwe di parlamentoya Kurdistanê de beşdar e.”

Bizava Goranê pêr di beyanameyekê de daxwaza hilweşandina hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna hikûmeteke îtîlafa teknokrat ya bêalî kir.

Piştî vê beyanameya Goranê Serokatiya Herêma Kurdistanê îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, “Her guherînek di rewşa herêma Kurdistanê de bê kirin divê bi rêya sindoqên dengdanê bê ne bi awayê nedestûrî.Ji çi alîyek jî nayê qebûl kirin rewşa herêmê û jiyana xelkê wê têk bide.”

Duhî jî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî digel hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê civiya û piştî civînê bi îmzeya 19 partiyên sereke yên kurdistanî ragihandineke hevbeş hate ragihandin.

Di ragihandina dawiyê ya civîna hêzên siyasî yên Kurdistanî de tê gotin, “Em wek partî û aliyên siyasî dubar dikin ku her hewlek ji bo reform û guherînek divê di çarçoveya prose û meşrûyeta siyasî û yasayî be, hemû awayên ku bibin sedem têkdana rewşa asayîş û aramî û bihevrejiyana aştiyê ya di navbera hêz, alî û hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê de red dikin.”

Di dawiyê de jî daxwaz ji hemû welatî, hêz, alî û niştîmanperwerên herêmê hate kirin ku giyanê birayetî û bihevrejiyanê ya di navbera xwe de biparêzin.

Her weha welatî,çavdêr û aliyên têkîldar jî hatin piştrastkirin ku rewşa siyasî û ewlekariya herêma Kurdistanê aram û biîstîqrar e.

(AKnews)
Top