Beyanameya hikûmeta herêma Kurdistanê li ser helwesata Tevgera Goran
Em wê rastiyê dibînin ku tecrûbeya hikûmdariya kurdî bê kêmasî nîne, di birêvebirina karûbarên rojane yên welatiyan de pirsgirêk û astengî hene û gelek pêdawîstiyên din yên jiyanê hene ku pêwîste bên berdest kirin û me li ser wan rastiya çavên xwe negirtine. Ji ber hindê dema me dest bi kar kirî, me dest bi komeke rêforman kir û heta niha me hijmareke biryarên girin û pêngavên baş di warê çaksaziyê de avêtine û ji bona hikûmdariyeke baştir dê li ser pirojeya xwe berdewam bin. Me ev yek ne li ser daxwaz Goranê û ne jî li jêr guvaşa wê kiriye, lê ew, di hilbijartinên Kurdistanê de, bernameyê Lîsta Kurdistanî bû û xelkê Kurdistanê bawerî pê daye. Me jî ew bername cîbicî kiriye ku, xelkê bi wîjdan jî wê şahidiyê didin ku, em, ji bona çespandina teoriya welatîbûnê di hikûmdariya kurdî de destpêşxerî bûn.
Tu kesî ew maf nîne mizayîdeya siyasî li ser me bike, me bi xwe di bernameya Lîsteya Kurdistanî de tekîd li ser rûbirûbûna gendeliyê, binbirkirina mehsubîyet û mensubiyetê kiriye, di van waran de me pêngavên baş avêtine û xelkê bi wîjdanê Kurdistanê wê şahidiyê didin ku em di rûbirûbûna naqanuniyê di karûbarên hikûmetê de destpêşxwer bûyn. Me, di warê pêkanîna aqrekî xweş ji bona (pereyê xelkê ji bo xelkê be) qonaxeke giring birîye. Di paşerojê jî de, bi piştevaniya xelkê dilsoz û xemxorê tecrûbeya herêma Kurdistanê, dê li ser karên xwe ji bona reforên hikumî û pêkanîna teoriya hevwelatîbûnê di hikûmetê de li ser esasê yeksanî û wekheviyî li nav herêma Kurdistanê, berdewam bîn.
Pêwîst bû Tevera Goran ew rastiye li ber çavan girtiba ku herêma Kurdistanê, hikûmet û saziyên din yên hikûmdariya kurdî berhemê renc, xebat, qurbanî û têkoşîna miletê meye. Berhemê xwîna şehîd û qurbaniyên çekê kîmiyayî û enfalkiriyên Kurdistanê ye. Berhemê fedekarîya cemawerê gelê Kurdistanê ye ku bi dehan salan xwîn û jîyê xwe di wê rê de daye. Ji ber hindê eger saziyek bi wê hemû xwînê, qurbanîdan û fedekariyê ava bibe û bi piroseya demokararîk û bi dengê piraniya xelkê Kurdistanê deselat bidest xistibe, bi daxwazeke neadil ji aliyê xelkekê dabirî ji kawdanêê Kurdistanê, hilnaweşe.
Herwek di daxuyaniya serokatiya herêma Kurdistanê de nîşan pê hatiye kirin; ev desthelat û saziyên hikûmetê bi rêya sindoqên dengdana cemawerî avabûne û her bi wê rêyê dê bên guhertin, ne bi rêya dirustkirina kawis û têkdanê. Rewşa herêma Kurdistanê û sirûştê xelkê wê yê şoreşgêr qebûl nake ku tu girop û taqimên ji pêşerojê bê hêvî, jiyan û paşeroja wan têk bide. Herweha em wî mafî nadin xwe ku, germî û dilsoziya xelkê Kurdistanê bo ezmûn, hikûmet û parlamentoyê bikin hiceta destberdanê ji rêforman.
Ew vebûna çavkaniya wê ji bernameyê Lîsteya Kurdistanî dest pê kiriye û heta niha beşeke ber bi çav jê hatiye cîbicîkirin û me pilan û bername hene ku her ji nuha û di qonaxên pêşiya me de ew sozên me ji xelk re dane cîbicî bikin. Em piştrast in ku ew bernameye dê bi qazanca bihêzkirina tecrûbeya hukûmdariya kurdî, geşepêdana demokarsiyê, azadiya siyasî û zêdetir avedankirina welatê me be. Ji ber hindê em dilrehet in ku xelkê Kurdistanê û xelkê dilsozê nav hêzên din yên oposizyon wan destkeftiyan bilind binirxînin û rê nadin jinav biçin.
Em xelkê Kurdistanê dilrehet dikin ku saziyên emnî yên herêma Kurdistanê selametî, emniyet û jiyana welatiyan biparêz in û rê nadin tu girop û taqim kaosê dirust bikin û saziyên navxwe dê rê li pêşiya her kesî bigirin ku qanûnê bin pê bike.